AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Rojnews
çarşem

28 reşemî 2024

9:25:14
1440991

Encûmena Wezîran, ji bo Filistînê wê kampanyaya alîkariyê bide destpêkirin

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Encûmena Wezîran a Iraqê, biryara da ku ji bo şandina alîkariya xurekan ji bo xelkê Filistînê, kampanyayek girseyî bide destpêkirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê dibin pêşengitya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî de kom bû û biryar hate dayîn ku ji bo şandina alîkariya xurekan ji bo xelkê Filistînê, kampanyayek girseyî were destpêkirin.

Her wiha hate ragihandin ku Encûmena Wezîran biryar da ku bi nêzîkbûna meha Remezanê re kampanyayeke girseyî ya fermî ji bo şandina alîkariyên xurekê, bi taybetî ard, ji gelê Filistînê re were destpêkirin.

Werger:Seyîd Torî