Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- çavkaniyên medyayî ji êrişa berfireh a çekdarên Rejîma Siyonîst ser devera Zeynebiyê li başûrê Şamê paytexta Sûriyê ragihandin.
Li gorî vê raporê, baregeha Şehîd Heysem Silêman li derdora bajarê Babila bû armanca êrîşên hewayî yên Rejîma Siyonîst.
Nûçegihanê El-Mayadîn ragihand ku li herêma Zeynebiyê dengê teqîneke mezin hatiye.
Yek ji roketên Îsraîlê li herêma Zeynebiyê ya Şamê ket û li vê herêmê şewat derket.
Berevaniya esmanî ya Sûriyê jî ji bo rûbirûbûna armancên dijmin li taxên Şamê hatiye bikaranîn.
Her wiha ambûlans jî bi hejmareke zêde ji bo rizgarkirina birîndaran şandin cihê bombebaranê.
Agahiyên zêdetir li ser şehîd û birîndarên vê êrîşa asmanî û ziyanên ku ji aliyê çavkaniyên fermî yên Sûriyê ve hatine, heta niha nehatine belavkirin.