Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA -Efserên Amerîkî ragihandin ku Hamas hîn jî dikare Tel Avîvê bikşîne nav melekek dirêj wek şerê berê yê Lubnanê.
Ji aliyeke din ve ajansa Ruyeterz ji zarê du çavkaniyên nêzîkî Hizbullahê ragehand ku, Berxwedana Îslamî ya Lubnanê dê operasyonên xwe yên li dijî Rejîma Siyonîst rawestîne, eger Hemas bi agirbesta li gel Telavîvê li Xezeyê razî bibe û artêşa Rejîma Siyonîst li Lubnanê bike armanc.
Van çavkaniyan diyar kirin: Dema ku Hemas bi agirbestê razî bû û dema agirbest pêk hat, Hizbullah jî dê pabendî agirbestê bibe û wek berê operasyonên xwe li başûr rawestîne.
Çavkaniyên navborî zêde kirin: Eger Îsraîl Lubnanê bombebaran bike, Hizbullah ji bo berdewamiya şer kêliyekê dudilî nabe.