AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJ NEWS
şemî

2 adar 2024

9:00:56
1441590

Dewleta Tirk zêdetirî 3 hezar penebar li Girê Spî bi cih kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA -Dewleta Tirk a dagirker ji bo demografiya Rojavayê Kurdistanê bi guherîne, tenê di meha Sibatê de zêdetirî 3 hezar penaberên Sûriyeyê yên ku ne xelkê deverê ne, li navçeya Girê Spî ya dagirkirî bi cih kir.

Dewleta Tirk a dagirker li bajar û navçeyên ku li Rojavayê Kurdistanê ku dagir kiriye, polîtîkayên guhertina demografiyê didomîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker di meha Sibatê de berê zêdetirî 3 hezar penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, da herêma Girê Spî ya dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk beşeke penaberan radestî çeteyên “Polîsên Leşkerî” kir da ku wan li malên koçberan bi cih bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û berê wan dane Girê Spî, xelkê deverên Hema, Heleb, gundewarên Şamê, Dêrazor û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Dewleta Tirk ji destpêka Nîsana 2022’yan ve berê zêdetirî 35 hezar penaberan daye Girê Spî.