AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJ NEWS
şemî

2 adar 2024

9:12:45
1441594

Balafirên şer yên Iraqê stargehên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku balafirên şer yên Artêşa Iraqê stargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Kerkûkê bombebaran kirine û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şer yên F16 yên Artêşa Iraqê, stargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Wadî Şa ya li sînorê Kerkûkê bomebaran kirine.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrişê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û pêdawîstiyên çeteyan jî hemû hatine tinekirin.