AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA
yekşem

3 adar 2024

6:09:17
1441793

Artêşa siyonîst başûrê Lubnanê kir hedefa xwe

Artêşa Îsraîlê îro Şemiyê ragihand ku li başûrê Lubnanê êrîş kiriye.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Artêşa siyonîst bi daxûyaniyekê îdia kir ku li herêma Labuna ya li başûrê Lubnanê 2 avahiyên Hîzbullah a Lubnanê kirine hedef.

Ev êrîş di demekê de hat kirin ku Berxwedana Îslamî ya Lubnanê roja şemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku kombûna leşkerên Rêjîma Siyonîst li derdora navenda leşkerî ya “Celûl Elem”ê bi mûşekekê kiriye armanc.

Hêjayî gotinê ye ku bi destpêkirina operasyona bahoza El-Eqsayê ji aliyê grûpên berxwedêr ên Filistînê ve, Hizbullaha Lubnanê ji bo piştgiriya gelê Filistînê û kêmkirina zextên li ser berxwedana li Xezeyê, her roj operasyonên giran li dijî hedefan pêk tîne. Rejîma Siyonîst li nav axa Filistînê.