AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

4 adar 2024

17:01:00
1442132

Mesrûr Barzanî bi pereyê gel li Amerîkayê çi dike?

AVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora ajansa nûçan a  Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA`Ê -Di demekê ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber nebûna mûçe, bi dehan pirsgirêk û qeyranên din re rûbirûne, Mesrûr Barzanî ku serokatiya hikûmeteke ne rewa û ne fermî dike, serdana Amerîkayê kir. Li ser hesaba berîka karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê geşteke têr xerc û bi pûçkirina pereye Herêmê, bêyî ku tu berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê di vê serdanê de hebe, kir.

Mesrûr Barzanî, ji bilî xercên xwe û şanda xwe, ku kes nizane şevekê li otêlekê, çiqas li xwarin, geryan û nîşandana otomobîlên xwe xerc kiriye, wî pereyên fantastîk ji bo dîtina Wezîrê Derve û senatorên Amerîkayê xerc kiriye, ji bo ku piştgiriya wan ji xwe û malbata xwe ya ji bo mayîna li ser textê desthilatê.

Ne Parlamentoya Herêma Kurdistanê û ne jî saziyên yasayî û çavdêriyê nikarin lêçûnên serdana Mesrûr Barzanî lêkolîn bikin. Serokê Hikûmeta ne fermî ya Herêma Kurdistanê bêyî çavdêriya saziyan bi keyfa xwe dahata herêmê ku qût û jiyana welatî û karmendên herêmê digire nava xwe, belav dike.

Di destpêka serdana xwe de Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken civiya. Blinken beriya civînê ji rojnamevanan re got, “Em piştgiriya Herême di nava Iraqê de dikin ku diyalogeke nêzîk bi hikûmeta Bexdayê re heye.” Ev yek jî nîşana dilgiraniya welatê wî bû ku kabîneya Mesrûr Barzanî ya fermiyeta xwe winda kirî, ligel Bexdayê ne yeke.

Di rojên piştî hevdîtina bi Blinken re, Mesrûr Barzanî ligel çend senator û berpirsên xanenişîn yên Amerîkî civiya. Ev hevdîtin tenê ji bo lobîkirin û piştgirîkirina wî û endamên din yên malbata wî ne ku li ser desthilatdariyê bimînin, ji bilî vê tu sûdeke rasterast yê van hevdîtinan ji bo gelê Herêma Kurdistanê nîne.

Çavdêrên siyasî dibêjin, eger serdana Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê ev encamane hebin, wê demê dikare were gotin ku ev serdan erênî û lobî bû ji bo gelê Kurd ku yekem; divê Amerîka parastina Herêmê ji êrîşên derve garantî bike, duyem; soza neçarkirina Bexdayê ku mafên darayî yên Herêmê bide, sêyem; berdewambûna alîkariyên madî û manewî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û çarem; garantiya mayîna Herêmê weke statuyeke destûrî.

Lê çavdêrên siyasî tekez dikin ku Mesrûr Barzanî tu ji van encaman bi dest nexistiye. Ji ber ku hemû hevdîtinên wî ji bo berjewendiya xwe û malbata wî bûn û tenê ji rayedarên Amerîkayê re behsa kabîneya xwe kir. Wî behsa tu planek ji bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê, azadiya çalakiyên siyasî, ragihandinê, rojnamevanî û peywendiyên ligel Bexdayê nekiriye.

Mesrûr Barzanî ji bo kirêgirtina van kesan bi dehan milyon dolar xerc kiriye. Mesrefa kirêgirtina ew kesên ku lobîyan dikin, tenê ji bo kesên asayi ji 20 hezar dolaran dest pê dike heta digihe 250 hezar dolar. Ger kesên ku wek lobî têne kirin şêwirmend an têkiliyên siyasî bin, bihayê wê dibe ku ji mîlyonek dolaran zêdetir bibe.

Serdana Mesrûr Barzanî hevdeme ligel gilîkirina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê, Mekî Amêdî û çend kesên din li Dadgeha Federal ya Amerîkayê li dijî mala Barzanî û çend berpirsên PDK’ê ku bi gelek tawanên xeternak yên weke kuştin, kuştina welatiyên Amerîkî, revandin, şuştina pereyan (spîkirina pereyan), tepeserkirina azadiya ramanê û azadiya rojnamevaniyê, tevlîbûna di komkujiya Êzidiyan û hwd. tê tawanbarkirin.

Yek ji mebestên sereke yên serdana Mesrûr ewe ku ji bo veşartina giliya ku li dijî wî û malbata wî hatiye kirin, lobiyê bike ye. Bi keyfa xwe destwerdanê li dadgehên Herêma Kurdistanê dikin. Lê belê di vê hewldanê de bi ser neket û tu soz û piştgirî ji rayedarên Amerîkayê negirt. Di şûna wê de, rayedar û senatoran jêre gotine ku ewê destwerdana karûbarên dadgehên xwe nekin. Bi taybetî Dadgeha Federal a Amerîkayê ku desthilatdariya herî bilind a qanûnî ye, mafê kesî tuneye ku destwerdana karê wê bike.

Her çiqas serkêşên Barzaniyan bi dehan milyon dolaran ji bo çêkirina lobiyê xerc kirin jî lê yek ji wan newarî Barzaniyan ji dizî, gendeliyan xilas bike. Ji ber vê yekê wan bi Buroya Hiqûqê ya binavê Greenberg Traveling re peymanek çêkir, ku bi mîlyonan dolar lêçûn tenê ji bo bersivdana silaveke wê ye. Ev buroya hiqûqê li çar aliyê cîhanê zêdetirî 2 hezar û 750 parêzer hene.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, kesên ku bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîne, rexne li wî û kabîneya wî girtine. Wan daxwaz ji Herêma Kurdistanê kirin ku di warê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û mafên mirovan de pêdaçûnê li ser rewşê bike.

Di derbarê serdana Mesrûr Barzanî de, rojnamevan û mamostayê zanîngehê Ehmed Mîr dibêje “Ev serdana Mesrûr Barzanî serdaneke ku hatiye kirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê  têkiliyên xwe yên derve winda kiriye. Sedem jî rayedarên ku destê Erdogan maç dikin û bi pereyan senatorekî Amerîkî dikirinin.”