AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

4 adar 2024

17:46:04
1442147

Li Ûrmiyeyê yek jê jin, heft namzetên Kurd bi serketin

Li gorî rapora ajansa nûçan a  Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA`Ê -Hejmartina dengên hilbijartina Parlamentoya Îranê û Encûmena Pisporan ya Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dike. Li gor encamên destpêkê li parêzgeha Ûrmiyeyê heft namzetên Kurd bi serkeftine ku yek ji wan jine.

Duh dewra hilbijartinên 12’emîn ya Parlamentoya Îranê û dewra 6’emîn ya Encûmena Pisporan ya Îranê li 31 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hate kirin. Ji bo dengdanê 60 hezar navend hatibûn danîn.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan ya Îranê ragihand rêjeya beşdariya hilbijartinan zêdetî sedî 40’ê ye, heta niha proseya hejmartina dengan ya sindoqên dengdanê didode, dê di demek nêz de encamên destpêkê bên eşkerekirin.

Li gorî agahiyan, encamên destpêkê li bajarên Ûrmiye, Nexde, Şino, Bokan, Merîwan, Mehabad, Tikab, Qirwe û Selmasê hatin ragihandin. Herwiha hejmartina dengên sindoqên Hemedan, Qirweh û 700 sindoqên Tehranê jî temam bûne.

Li gor encamên destpêkê li parêzgeha Ûrmiyeyê heft namzetên Kurd bi serkeftine ku yek ji wan jine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku li parêzgeha Ûrmiyeyê cara yekemîne jinek dibe parlamenter.