AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
sêşem

5 adar 2024

6:08:27
1442282

‘Dewleta Tirk bi piştevaniya hêzek Kurd, destdirêjiyê li Kerkûkê dike’

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA`Ê, Berpirsê Beşa Hilbijartinan a YNK’ê ya Kerkûkê Şêrzad Semed ragihand ku destdirêjiyê li rewşa Kerkûkê dike û aliyek Kurd jî piştevaniya wê dike ku li pêşiya diyarkirina waliyek Kurd li bajar bûye asteng.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî duh li Bexdayê bi nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê di hilbijartinan de bi serketibûn re, civiya. Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê, di civînê de biryar hat dayîn ku di nava du hefteyan de ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê û encûmena bajêr bernameyek hevpar were amadekirin.

‘PDK astengiyan derdixîne’

Berpirsê Beşa Hilbijartinan a YNK’ê ya Kerkûkê Şêrzad Semed di derbarê pêşhatên herî dawî yên di mijara pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Postê waliyê Kerkûkê mafê YNK’ê ye ku li vî bajarî xwediyê dengên herî zêde ye. Rewşa Kerkûkê pêwîstî bi destnîşankirina waliyek bihêz heye, lê PDK di daxwaza destnîşankirina waliyek Kurd yê bêalî, astengiyan derdixe. Tirkmenan her 15 mehan carekê pêşniyara guhertina postê walîtiyê pêşkêş kirine, ku dê bersiva pirsgirêkên Kerkûkê û daxwazên xelkê bajêr neyê dayîn. Divê ji bo Kerkûkê waliyek bihêz were destnîşankirin, ku bikare hevsengiyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de biparêze. Rêveberiya Kerkûkê bêyî YNK’ê ji aliyê welatiyan ve nayê qebûlkirin, bi taybet piştî Referandum 16’ê Cotmehê.”

‘Dewleta Tirk destwerdanek xirab li Kerkûkê dike, hêzek Kurd jî piştevanî dike’

Şêrzad Semed Emîn di dewama axaftina xwe de qala Raka Cibûrî kir û wiha pê de çû: “Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet kiryarên xirabkirina bajêr û jinavbirina neteweya Kurd berdewam dike. Em vê rastiyê venaşêrin ku dewleta Tirk di geşedanên Kerkûk û Herêma Kurdistanê de destwerdanek xirab dike. Ev ne ji bo tiştekî ye û ne bi tenê ye, partiyeke siyasî ya Kurd piştgiriya dewleta Tirk dike. Piştî hilbijartinan me dît ku wek karmend ji bo hevdîtinan diçin cem Hakan Fîdan. Dewleta Tirk li herêmê xwedî roleke xirab e, ji ber wê jî destnîşankirina waliyek ji bo Kerkûkê ne karekî hêsan e. Lê di du hefteyên bê de dibe ku hewldanên Sudanî encamên erênî bi xwe ve bîne.”

Şêrzad Semed li ser bandora dewleta Tirk li ser şert û biryarên PDK’ê ya di encûmena parêzgeha Kerkûkê de wiha axivî: “Hin aliyên siyasî yên nêzîkî dewletên dagîrker hene, di nav wan de aliyên Kurd û Tirkmen jî hene ku dixwazin vî bajarî ji desthilata YNK’ê dûr bixin. Pêşniyara ku di derbarê waliyek bêalî de, xizmeta doza Kurd û xelkê Kerkûkê nake.”

‘Her kesê li pey polîtîkayên dewleta Tirk biçe, wê zirarê bide xwe û doza Kurd’

Her wiha Şêrzad Semed qala êriş û bombeberanên dewleta Tirk a dagirker ên li sînorê Kerkûk û Silêmaniyê kir û wiha got: “Ev zextên li ser YNK’ê yên ji bo teslîmbûna beramberî daxwazên dewleta Tirk in, zextên li ser hêzeke weke YNK’ê ya xwedî nasnameya neteweyî ya zelal e ku ti qonaxekê de xeta neteweyî ne terikandiye. Me gelek caran bedel daye, lê ev siyaseta dewleta Tirk ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li Ermenîstan, Azerbaycan û Yewnanîstanê jî ji bo xewna vejandina Împeratoriya Osmanî de ye. Xweşbextane ku siyaseta dewleta Tirk ji aliyê Iraqiyan ve tê redkirin û her kesê ku xwe bi van polîtîkayan ve girê bide dê zirarê bide xwe û doza gelê Kurd.”

(fk)

Sudanî ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê bi partiyên Kerkûkê re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo diyarkirina waliyek nû yê Kerkûkê bi nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê di hilbijartinan de bi serketibûn re civiya. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî duh li Bexdayê bi nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê di hilbijartinan de bi serketibûn re, civiya. Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê … Continue readingSudanî ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê bi partiyên Kerkûkê re civiya

Rojnews.News - Kurmancî