Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e piştgiriya doza Filistînê, rawestandina şerê qirkirinê yê li dijî gelê Xezeyê û pûçkirina planên Îsraîlê were kirin. herikîna darayî ber bi Israîlê ve, û organîzekirina grev û xwepêşandanan li paytextên cîhanê.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser mafê gelê Filistînê yê çarenûsî, vegerê li ser axa xwe û avakirina dewleteke serbixwe ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên siyonîst Îsraîl ên li Xezeyê jî û hat destnîşankirin ku li wir jenosîd (Qirîn)hat kirin û zêdeyî 130 hezar kes mirin, birîndar bûn û winda bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şerîeya Rojava bi êrîşan û avakirina wargehan hatiye hedefgirtin, Qudsê cihû kirine, Mescîda Eqsa û cihên pîroz bêhurmet bûne, îbadet hatine qedexekirin.
Wezîrê Mîrata Siyonîst Amichai Eliyahu di daxuyaniya xwe ya 1ê Adarê de ji Radyoya Îsraîlê re gotibû ku divê têgeha "Remezan" ji ferhengan bê derxistin û tirsa vê mehê (Îsraîl) ji holê bê rakirin.