AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : MALPERA CIZIR NASIN
sêşem

5 adar 2024

8:48:04
1442332

Di vê xebatê de, me xwest ku em Melayê Cizîrî nas bikin û herwiha nasiya wî û hunera wî bidin we xwendevanên hêja

Helbest ev berhem bi naveroka xwe ve ne Cizîrînasî ye. Lê belkî çengek be ji behra kûr a Cizîrînasîyê. Û daxwaz ew ku ev çeng bibe destpêkeke dilnizm ji bo naskirina wî.

  Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab

Li gulên tey ter û nazik ko seher girtî xwinav
Di ebarîqê qinînan ji hesed şohtî gulab

`Eynê kafûrî ye meşreb me ji husna te ye şaf
Lew ji `işqa te di dil da me vebû `ilmê `ubab

Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek şafî vexwar
Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab

Lew di çengê me dixwînî ko di `işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab

Qehweya telxê digel zehra helahil biderî
Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab

Qulzemê `işqê ji bayê xwe muxalif demekê
Di hemamatê `ecacê me li ser destê xirab

Seherê Xudrê `inayet ko birîn çeşmeyê dil
Bi cehanê me nezer da ko cehan `eyn-i serab

Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela
Ba vi ber keftiye wê beyhude sergeşte hebab

We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal
Ko li halê me xerîban ne su`al û ne cewab

Herdu birhên te ne mihrab-i çi îman û çi kufr
Bûd û nabûd ko yek in ev çi sewab û çi `iqab

Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
Lê ji xwînê bike perhîz ko şehîdan çi hisab