Wî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê tu carî yekparçeyiya axa xwe bi gotûbêjê nabîne.
Derbarê dubarekirina îdiaya Kuweytê ya derbarê meydana Araş di vê daxûyaniyê de jî, Ken'anî got: Me gelek caran gotiye ku îdiayên yekalî di daxuyaniyên bi vî rengî de, tu mafekî ji bo dozger çê nake.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi gotûbêj û şêwirên berê yên navbera FIMA ya Îran û Kuwêtê kir û got: Gotûbêjên teknîkî û qanûnî yên navbera FIMA baştirîn û guncawtirîn rê ji bo rûbirûbûna meselê ye.
Wî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha mafên dîrokî û tomarên danûstandinên dualî bi dewleta Kuwêtê re, amade ye ku li ser çarçoveyek ku rêzgirtina ji berjewendiyên hevpar re, bi dewleta Kuwêtê re gotûbêjan berdewam bike.
Ken'anî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê di wê baweriyê de ye ku tenê bi dirustkirina atmosfereke erênî û çêker û rêzgirtina li maf û berjewendiyên hevpar dikare lihevkirinek dadperwerane derbarê meydana Araş de pêk were.