AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA
în

8 adar 2024

5:51:27
1442926

Êrîşa berxwedana Îslamî ya Iraqê ser baregeha leşkerî ya Rejîma Siyonîst

Navenda leşkerî ya Rejîma Siyonîst li balafirgeha Raş Pînayê bû hedefa êrişa balafirên bêmirov.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA`Ê, Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Mucahidên Berxwedana Îslamî roja pêncşemiyê baregeheke leşkerî ya Rêjîma Siyonîst li Firokexaneya Raş Pîna ya li herêma Celîlê kirin armanc. êvar.

Li gorî ragihandina Berxwedana Îslamî ya Iraqê, ev êrîş bi balafireke bêfirokevan hatiye kirin û ev grûp dê êrîşên xwe berdewam bike.

Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê de her wiha hat destnîşankirin ku ev êrîş bi armanca piştgirîkirina ji rûniştvanên Xezeyê û berteka li hemberî kuştina sivîlên bêguneh ên filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatiye kirin.

Vê grûpa berxwedanê jî şeva Sêşemê ragihand ku santrala elektrîkê ya firokexaneya bajarê Heyfa li Filistîna dagirbûyî bûye armanca êrişa balafirên bê mirov.

Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê de wiha hat gotin: Di çarçoveya qonaxa duyemîn a operasyona berxwedana li hember dagîrkeran û alîkariya gelê Xezeyê de û li hember cinayetên ku ji aliyê rejîma dagîrker a Îsraîlê ve pêk tên, li Şeva Sêşemê me santrala elektrîkê ya balafirxaneya Heyfa ya li herêmên dagirkirî bi dronek hedef girt.

Piştî vê êrîşê, çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dengê teqînekê li nêzîkî balafirgeha bendera "Hayfa" ya dagirbûyî li Filistîna dagirbûyî hatiye bihîstin.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê heta niha bi dehan caran navendên girîng ên Rejîma Siyonîstî li seranserê Filistîna dagirbûyî kiriye hedefa êrişên balafirên bêmirov û mûşekan û tekez kir ku heya rawestandina êrişa ser Xezeyê dê êrişên xwe bidomînin.