AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : AJANSA ABNA
în

8 adar 2024

14:18:31
1442966

3 şervanên Hizbullaha Lubnanî li ser rêya Qudsê şehîd bûn

Hizbullaha Lubnanê şehîdbûna 3 şervanên xwe di şer û pevçûna bi artêşa siyonîst de ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Hizbullaha Lubnanê şehîdbûna 3 têkoşerên xwe di pevçûna bi artêşa Rêjîma Siyonîst li navçeyên sînorî yên Lubnanê digel Filistîna dagirbûyî ragihand.

Li gorî vê raporê, “Hadî Mehmûd Hîcazî” bi nasnav “Heyder” ji Mucahîdên Hizbullahê ku di sala 2004’an de ji dayîkbûyê devera “Balîde” ya li başûrê Lubnanê ye, di rêya berevaniya ji Qudsê de şehîd bûye.

Her wiha “Fazl Ebas Kaur” bi nasnav “Cewad” ji Mucahidên din ên Hizbullahê ye û di sala 2003’an de li herêma Belîda ya başûrê Lubnanê ji dayîk bûye, di rêya parastina Qudsê de şehîd bûye.

 “Elî Emîn Mercî” bi nasnav “Felah” yek ji şervanên Hizbullahê ye û di sala 1974’an de li herêma Belîda li başûrê Lubnanê ji dayîk bûye, di rêya parastina Qudsê de şehîd bû.

Her wiha çavkaniyên Lubnanî ji êrişên topxaneyên Rejîma Siyonîst ser navçeyên Hule û Mîs El-Cebel li başûrê Lubnanê ragihandin.

Ji aliyê din ve çavkaniyên siyonîstî ragihandin ku dengê sîrena xeterê li Avivim, Natuaah û ŞItola li rojavaya Celîlê li bakurê Filistîna dagirbûyî hat bihîstin.

Medyayên Rêjîma Siyonîst li îtirafê bi avêtina çend mûşekan bo ser bajaroka Siyonîst a ŞItolê îtiraf kirin.

Hizbullaha Lubnanê li çend mehên derbasbûyî piştî cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û jenosîda(Qirîn) filistîniyan li vê navçê, çeperên leşkerî yên vê rejîmê li bakûra navçên dagirbûyî kirine armanc. Mijareke ku bûye sedema tirsa sîyonîstên li van herêman dijîn