AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA
în

8 adar 2024

16:21:11
1442971

7 leşkerên siyonîst li deverên cuda yên Zîvala Xezeyê mirin

Tabûrên Şehîd Ezeddîn El-Qassam mirina 7 leşkerên siyonîst li zîvala Xezeyê ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Şervanên tabûrên Şehîd Izedîn El-Qesam ên şaxa leşkerî ya Tevgera Hemasê di saetên borî de li bakurê û başûrê Xezayê li dijî dagirkeran çalakiyên serkeftî li dar xistin.

Şaxê leşkerî yê Hemasê îro Înê ragihand ku çekdarên El-Qesam komek ji 6 piyade yên artêşa Israîlî li nav avahiyek bajarê Hemadê li bakurê Xan Yûnisê xistine kemînê û piştî şer û pevçûnan bi wan re, ji xala vala ew kirine armanc.

Her wiha tabûrên Qesam ragihandin ku sekvanên van ketîbeyan duh efserekî siyonîst li rojhilatê Beyt Hanûnê li bakurê zîvala Xezeyê kirin armanc û kuştin.

Tûgayên Ezedîn El-Qesam îro Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 2 rokêtên dij-personel avêtin ser baregeheke artêşa dijmin li rojhilatê bajarê Beythanûnê li bakurê zîvala Xezeyê.