AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

8 adar 2024

17:02:02
1442974

Dewleta Tirk li Şêladizê komkujî pêkanî: 2 welatî Hatin kuştin -Hate Nûkirin

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, li sînorê Şêladizê ya ser bi Dihokê, welatiyên ku ji bo komkirina giyayên biharî berê xwe da bûn herêmê bombebaran kiriye û di encamê de 2 welatî kuştin .

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê ragihandî, duh êvarî 4 welatiyên xelkê gundê Dêwke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê.

Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker her 4 welatiyên jibo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 jiwan Hatin kuştin , 2 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan navê kesên di êrişê de kuştî yan wiha ne: Seîd Mubarek Dêwîkî (35) û Araza Ferec (29)

Herwiha navê yek welatiyên ku birîndar bûye Salih Mubarek’e.

Heya niha derbarê êrişê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.