Wezîrê Karên Derve der barê çalakiya Şîrketa Meta ya ji bo girtina hesabên Instagram û Facebookê yên Rêberê Bilind de got; Diruşmên azadiya gotinê ji aliyê hin îdiayên rojavayî ve dirûşmên pûç û şovenî ne û nixumandina armancên wan ên siyasî yên ne rewa ne.
Herwaha got; Astengkirina hesabên Rêbertî ne tenê li dijî azadiya gotinê ye, di heman demê de heqareta bi milyonan şopînerên mewzû û nûçeyên wî ye.
Emîr Ebdullahiyan çalakiya li dijî azadiya derbirînê ya şîrketa Meta ya li ser astengkirina hesabên medyayî yên Rêberê Giranqedr ê Înqilabê şermezar kir û got.
Hezretê ayetulah Xamineyî diyartirîn piştevanê gelê mezlûm ên Filistîn û Xezayê li cîhanê ye û împaratoriya “Sîlîkon Valley” nikare rê li ber gihandina vî dengî bi raya giştî ya cîhanê bigire.
Wî her wiha got: Yek ji nîşanên têkçûna exlaq û sîstema exlaqî ya cîhanê, reftarên ne maqûl ên platformên Amerîkayê di sansûrkirina gotinên ayetulah Xamineyî û piştgirên xelkê aware yên Xezayê û zêdetir ji 30 hezar şehîdên filistînî ye. 5 mehên dawî, û divê ev pargîdanî ji ber reftarên xwe yên neqanûnî û neexlaqî bersivê bide