AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Welayet News
şemî

9 adar 2024

6:50:32
1443088

Çîn: Êrîşên siyonîstan li Xezeyê ji bo mirovahiyê şerm e

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi li ser banga xwe ya agirbestê dubare kir û bal kişand ser vê yekê ku destdirêjiya siyonîst a Îsraîlê li ser zîvala Xezeyê şerma mirovahiyê ye.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA, Wang Yi got: “Êrîşên Îsraîlê yên li ser zîvala Xezayê şerma mirovahiyê ye. Em di sedsala 21. de dibin şahidê felaketeke însanî ya ku nayê sekinandin.

Karesata li Xezeyê careke din anî bîra hemû cîhanê ku ev demeke dirêj e axa Filistînê hatiye dagirkirin û êdî nayê paşguhkirin.

Çîn tekez dike ku ew piştgiriyê dide endamtiya tam a Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de.'