AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA
yekşem

10 adar 2024

4:34:04
1443330

Di êrîşa hewayî ya Rejîma Siyonîst de 13 welatiyên Lubnanî şehîd û birîndar bûn

Bombebarana Başûrê Lubnanê 4 şehîd ketin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Çekdarên Rejîma Siyonîst navçeyek niştecihbûnê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin û di encamê de 4 endamên malbatekê şehîd bûn.

Li gorî vê raporê, şervanên dagîrker derdora bajarokê “Xerba Salem” li başûrê Lubnanê kirin armanc, ku di encamê de 4 şehîd û 9 birîndar ketin.

Rejîma Siyonîst ji bo ku li meydana şerê bi Hizbullah û berxwedêrên Filistînê negihêje ziyanên giran, navçeyên niştecihbûnê bombebaran dike.

Hizbullaha Lubnanê li berteka van cinayetên li dijî gelê Lubnanê ragihand ku yekîneyeke leşkerî ya Rejîma Siyonîst li derdora Çiyayê Adirê bi çekên guncav hedef girt û destnîşan kir ku di vê êrişê de leşkerên dijmin hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Çavkaniyên nûçeyan jî ji roketavêjên herêma El-Celîl li bakurê Filistîna dagirbûyî ragihandin ku ev mûşek ji aliyê Lubnanê ve hatine avêtin.

Piştî vê êrîşê zengila alarmê li bajarokên Siyonîst ên Kiryat Şemone, Margliyot, Al Manara û Miskaf Am li bakurê herêmên dagirbûyî hatin lêxistin.

Bi destpêkirina operasyona bahoza El-Eqsayê ji aliyê grûpên berxwedêr ên Filistînê ve, Hizbullaha Lubnanê bi armanca piştevaniya ji gelê Filistînê û kêmkirina zextên li ser berxwedana li Xezeyê, rojane û li dijî armancên Rejîma Siyonîstî li nav axa Xezeyê operasyonên giran lidar xist. xaka Filistînê.