AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : KURDÎ ABNA
yekşem

10 adar 2024

7:26:10
1443384

Ji ber piştgiriya Filistînê ji Google hat avêtin

Şîrketa Google ya Amerîkî bi sedema şermezarkirina jenosîda Rejîma Siyonîst li Xezeyê karmendek xwe ji kar derxist.

 Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehlul Beyt (s.x) ABNA – Kompanyaya Amerîkî Google yek ji endazyarên xwe bi sedema dijberiya wî li hember jenosîda(Qirîn) li zîvala Xezeyê ji kar dûrxist.

Tora Amerîkî "CNBC" di raportekê de ragihand: Google yek ji endazyarên xwe ku gotibû ew li dijî jenosîda zîvala Xezeyê ye, ji kar derxist.

Ev endezyar du roj berê di konferansa bi navê "Pîşesaziya Teknolojiya Îsraîlê" de qîr kiribû û gotibû ku ew amade ne piştgiriya jenosîda li Zîvala Xezeyê bike.

CNBC ji zarê berdevkê Google ragihand ku ev karmend ji ber destwerdana merasîma fermî ya ku ji hêla pargîdanî ve hatî organîze kirin ji kar hate derxistin.

Di nîvê meha Mijdarê de, komek xebatkarên Google di nameyek vekirî de li dijî standardên dualî yên pargîdanî yên derbarê azadiya ramanê ya têkildarî şerê Îsraîl-Filistîn protesto kirin.

Xebatkarên ku nameyê nivîsandine, ji tirsa ku bên veguheztin bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin, bang li CEOyê Google Sundar Pichai, CEOyê Google Cloud Thomas Correa û lîderên din ên payebilind kirin ku qirkirina heyî bi awayekî herî tund bi eşkereyî şermezar bikin. .