Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Sibe yekem roja meha Remezanê ye, li kurdistana Iraqê welatî daxwaz ji bazirgan û dikandaran dikin ku di meha Remezanê de nirxê pêdawîstiyên rojane giran nekin û barê welatiyan girantir nekin.
Wezareta Ewqafê ya ji bo Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê sibe wek yekem roja meha Remezanê diyar kir. Welatiyan jî dest bi amadekariyên meha Remezanê û kirîna pêdawîstiyan kirin.
Welatî di derbarê rewşa aborî û giraniya nirxê pêdawîstiyên
rojane de axivîn û daxwaz kirin ku di meha Remezanê de nirxê kelûpelan giran
nebe.
Welatiyê bi navê Cemal Ebdullah ku ji bo amadekariyên Remezanê serdana bazara Silêmanî kiribû, got: “Pêwîste Misilman di aliyê fîzîkî, ruhî, derûnî û kirîna pêdawîstiyên vê meha pîroz de xwe amade bikin. Daxwaza me ji dikandar û bazirganan ewe ku nirxê pêdawîstiyên meha Remezanê giran nekin û barê welatiyan girantir nekin. Ji berku welatî ji ber derengketina muçe di rewşek zehmet ya aborî de dijîn.”