Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li ser daxuyaniyên rayedarên herêmî û medyaya Almanî, bi helkefta cejna Remezanê kolaneke bajarê Frankfurtê hatiye xemilandin. Ev cara yekê ye ku bajarekî Almanyayê di meha Remezanê de ronî dibe.
Şaredarê Frankfurtê bi boneya cejna Remezanê pêşwaziya xemilandina bajêr bi çirayan kir û rola wê ya di pêşxistina bihevrejiyana aştiyane ya şêniyên bajêr de nirxand. Li Frankfurta navenda aborî ya Almanyayê zêdeyî 750 hezar kes dijîn ku 100 hezar jê misilman in.