Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Eymen Safadî, wezîrê karên derve yê Urdinê li bara sepandina qedexeyan li ser misilmanên Mescida (Mizgefta)Eqsayê hişyarî da rayedarên siyonîst.
Li ser vê yekê Sefadî diyar kir: Sinordarkirinên ku ji aliyê rayedarên Îsraîlî ve li ser çûna azad a nimêjkeran bo Mescîda (Mizgefta)Eqsayê di meha Remezanê de hatine danîn, dibe sedem ku rewş ji kontrolê derkeve.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Urdunê tedbîrên Îsraîlê yên ji bo sînordarkirina hebûna nimêjkerên filistînî li Mescida Eqsayê red kiriye û di wê baweriyê de ye ku ev tedbîr ji ber pêwîstiyên ewlehiyê û şerê niha li Xezayê têne girtin.
Wezîrê karên derve yê Urdinê her wiha got: Em bi nêrîna filistîniyan razî ne û em di wê baweriyê de ne ku kiryarên bi vî rengî ji aliyê Îsraîlê ve binpêkirina azadiya îbadetê ya welatiyan e.
Urdun bi kevneşopî wekî parêzgerê cihên pîroz ên Orşelîmê tê hesibandin. Lê belê rayedarên siyonîst kêm caran guhê xwe didin fikarên ewlehiyê yên rayedarên Emmanê