AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : XEBERÊN ABNA
çarşem

13 adar 2024

8:09:13
1444122

Êrîşên hewayî û topan ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin

Êrîşên hovane yên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser deverên Xezeyê bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmareke din ji rûniştvanên vê zîvalê.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ehlê Beytê (s,x) - ABNA - Êrîşên hewayî yên hovane yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên Xezeyê bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmareke din ji rûniştvanên vê zîvalê.

Êrîşên Rejîma Siyonîst ser deverên cuda yên Xezeyê îro jî berdewam bûn. Çavkaniyên filistînî ji şehîdbûna 7 filistînî di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser malekê li bajarê Xezeyê ragihandin.

Her wiha firokeyên Rejîma Siyonîst malek li devera “El-Zeytûn” li bajarê Xezeyê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek şehîd û birîndar ketin. Şervanên Rejîma Siyonîst her wiha herêmên bakur û rojava yên Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê bi tundî bombebaran kirin.

Topxaneyên Rejîma Siyonîst her wiha navçeyên bakurê parêzgeha naverasta Gezeyê dan ber topan. Her wiha topxaneyên Rejîma Siyonîst taxên Hemedê li bakurê rojavayê Xan Yûnisê û herêmên rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Gazayê bi giranî şewitandin.

Ji aliyê din ve nûçegihanê El-Mayadeen li Xezayê ragihand ku di encama êrişa dagirkeran li ser malekê li devera El-Daricê li bakurê bajarê Xezayê, 2 kes şehîd bûne û 4 zarok jî birîndar bûne. Li gorî nûçegîhanê El-Mayadîn, di encama bombebarana malekê de li devera El-Zeytûn a bajarê Xezayê jî 7 kes şehîd bûne.