AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

20 adar 2024

10:48:04
1445692

Restorana Îsraîlî li parêzgeha Xeyber Paxtûnxa ya Pakistanê ji aliyê xelkê ve hat girtin

Xelkê bajarê “Merdan”ê li parêzgeha Xyber Paxtûnxa Pakistanê, li hember berdewamiya cinayetên Rejîma dagirker a Siyonîst li Xezeyê nerazîbûn nîşan dan û xwaringehên zincîre “K of C” li vî bajarî girtin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Bi sedema nerazîbûn û daxwazên berfire yên xelkê bajarê Merdan li parêzgeha Xyber Paxtûnxa ya Pakistanê, meclisa bajarê “Merdan”ê, li girêbestek ku ji aliyê piraniya endamên vê encumenê ve hat pejirandin, karkirina xwaringeha Îsraîlî "KFC" jî li vî bajarî hat qedexekirin.

Nûnerên meclisa bajarê Merdan a Pakistanê destnîşan kirin: Ev kiryar bi armanca hevxemiya xwe bi gelê mezlûm ê Xezayê ku ji ber şer û tawanên dijî mirovî yên Îsraîlê diêşin, hat kirin.

Meclisa Şaredariya Navçeya Merdan a Pakistanê jî daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo rawestandina xebata van zincîreyên xwaringehan ên Îsraîlê li seranserê Pakistanê kir.

Li gor jêderên nûçeyan, piştî biryara civata bajarê Pakistanê, li ber avahiya “KFC”ê bi serpereştiya şaredarê vî bajarî mîtîngek hate lidarxistin û deriyê sereke yê vê xwaringeha han bi zincîrê hate kilîtkirin.