Wî berdewam kir: Lidarxistina konferansa yekîtîyê ji aliyê hikûmeta Siûdiyê ve dê roleke bibandor li ser xêr û xweşiya umeta îslamî bilîze. Nûnerên Îran û Iraqê beşdarî vê konferansê bûn û ji bo ummeta Îslamê peyam dan ku çareseriya pirsgirêkên alema Îslamê di yekîtiyê de ye.
Cîgirê serokê Partiya Yekgirtûya Misilmanên Pakistanê destnîşan kir: Vexwendina alimên şîe û sunne ji bo konferansa wehdeta Mekeyê îsbat kir ku tu ferq di nav umeta Îslamî de tune ye. Şîa û Sunî du milên bi hêz ên Îslamê ne ku bêyî wan umeta Îslamê temam nabe. Umeta Îslamê heta ku nebin yek, nikarin rûmeta xwe ya windabûyî bi dest bixin. Di demeke ku zilm û zordarî li gelê Filistînê tê kirin de yekîtiya umeta Îslamê gelekî girîng e.
Hêjayî gotinê ye ku konferansa navnetewî ya “Avakirina pirekê di navbera olên Îslamî” ji aliyê Yekitiya Cîhana Îslamê ve di rojên 27 û 28`ê Adarê de bi amadebûna bîrmend û zanayên olên cuda yên welatên Îslamî li bajarê Mekeyê hate lidarxistin. Dr.Ebas Xameyar cîgirê serokê çanda civakî ya zanîngeha ayîn û olan û ayetulah Dr. Ehmed Megarî nûnerê meclisa şarezayên rêberiyê ji axaftvanên Komara Îslamî ya Îranê hatibûn vexwendin.