DAIŞ’ê ragihand ku xwekujekî vê girûpê sibeha roja pêncşemê 2ê Ferwerdînê êlekê xwe yê teqîner li ber bankeke hikûmetê li bajarê Qendeharê teqandiye.
Vê komê navê xwekujê xwe "Muawiyê Pencşîr" lê kir.
Hêjayî gotinê ye ku duh danê sibê li ber ofîsa “New Cable Bank” a li taxa yekem a bajarê Qendeharê teqînek rû da.
Karbidestên Îmarat li Qendeharê ragihandin ku di encama vê teqînê de 4 kes hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne. Lê hin çavkaniyan ragihandin ku di vê teqînê de 19 kes mirine.
Fermandariya Ewlekariya Qendeharê ê da zanîn ku teqîn dema ku gel ji bo kişandina pereyan li ber ofîsa "New Cable Bank" kom dibûn, pêk hat.