AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : XEBERÊN TESNÎM
în

22 adar 2024

16:27:30
1446146

Rexneyên Rûsyayê li ser nerazîbûna Amerîkayê ya ji agirbesta li Xezayê

Nûnertiya Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi şermezarkirina êrişên nû yên Rêjîma Siyonîst ser navçeyên axa Sûriyê, bi bîr xist ku pêşnûmeya biryarnameyê ya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêşniyarkirin, nîşan dide ku Waşîngton hîna jî elaqedar li pêkanîna agirbestê li navça Xezayê nîne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Ji zarê ajansa nûçeyan ya "Tass"ê, Dîmîtrî Polyanskî, cîgirê yekem ê nûnerê hertimî yê Rûsyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Amerîka elaqedar nîne ku agirbesta li Zîvala Xezayê wekî berê pêk were. berê, û di pirojeya biryara xwe ya nû de li ser rewşa navçeyê, ku pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê kiribû, ti daxwazek ji bo agirbestê zêde nekir.

 

Dîplomatê Rûsî îro danê sibê li ser kanala xwe ya Telegramê nivîsî: “Min gotegotên(xeber) ku ji zarê Wezîrê Derve yê Amerîka [Anthony] Blinken bihîstine, ku xuya ye Amerîka bo yekem car proje biryarekê pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kiriye. banga agirbestê li Xezayê kir. "Berî ku kes ji vê yekê bawer bike, ez dixwazim rave bikim: Ev xapandinek tîpîk a Amerîkî ye."

 

Polianski destnîşan kir ku pêşnûmeya nû dişibihe belgeya berê, ji ber ku tê de "mehkûmkirina" yekalî ya aliyên Filistînî li ser sedema pevçûnê bi rêjeyek mezin heye û banga agirbestê li Xezeyê jî nayê kirin. Ev pêşnûme tenê dibêje ku avakirina rejîmek bi vî rengî tenê di çarçoveya azadkirina dîlan de girîng e. Û "çira kesk" ji bo operasyonên leşkerî yên Îsraîlî li Refahê rastî vê yekê hat.

 

Wî bal kişand ser wê yekê ku ev ne çareseriyek e ku pêdivîya ajansên mirovahî li Xezayê heye. Di belgeyên Encumena Asayişa Navdewletî de behsa giringiya her karekî hêsan û bangewaziyê nayê kirin ku di rastiyê de cîbicîkirina wan nebe. Encumena Ewlekariyê bang nake, lê daxwaza çalakiyan dike û di vî warî de rênimayên rasterast û tund pêwîst in.

 

Herwiha wî dîplomatî bal kişand ser wê yekê ku Amerîka hîna jî ne eleqedar e ku agirbesteke rast li Xezeyê pêk bîne, naxwaze Îsraîlê ji operasyonên xwe yên leşkerî li herêmê bigre û tenê xeyalek e û ji rastiyê dûr e.

Wasiya êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibîne

 

Vasily Nebenzia nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî di civîna Konseya Ewlekariyê de bal kişand ser vê yekê ku êrişên hêzên hewayî yên Îsraîlê li ser armancên Sûriyê bi eşkere binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê ye.

 

Nebenzia got, em bi taybetî ji zêdebûna êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî armancên sivîl li Sûriyê, di nav de li herêma Xeta Şîn nîgeran in. Kiryarên weha yên neberpirsane bi metirsiya kişandina Sûriyê û hin cîranên wê di nav rûbirûbûneke berfireh de li herêmê ne.

 

Û tekez kir ku Rûsiya bi tundî van êrîşan şermezar dike û bi binpêkirina serweriya Sûriyê û pîvanên bingehîn ên yasaya navdewletî dibîne.

Li gorî Nebenzia, topbarana Îsraîlê ya li ser Sûriyê encamên neyînî li ser hêzên bersivdayînê yên Neteweyên Yekbûyî li herêmê heye. Wî her wiha got: Hebûna hêzên leşkerî yên welatên rojavayî yên bi awayekî neqanûnî li navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, aloziya navbera vî welatî û Îsraîlê zêde dike.

 

Xeta şîn a ku Nebenzia behs kir xeta sînor e ku wek sînorê di navbera Lubnan, Îsraîl û Girên Golanê de tê hesibandin. Neteweyên Yekbûyî di sala 2000'an de ji bo xêzkirina sînorên Lubnanê û pêşkêşkirina daxwazên taybet ji Îsraîlê re ku hêzên xwe ji vî welatî vekişîne, ew girt.