AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

22 adar 2024

19:44:57
1446177

Li gorî Nurî Malikî wê PDK tevlî hilbijartinê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN 

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê BeytÊ (s.x)- ABNA - 

Serokê Hevpeyamana Dewleta Yasa Nurî Malikî diyarkir ku Barzanê jêre gotiye ku wê PDK ji hilbijartinan xwe nevekişînin.

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî, di hevpeyvînek xwe ya bi televziyonek Iraqê re behsa naveroka peywendiya xwe ya bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re kir.

Malikî got ku Barzanî wî piştrast kiriye ku wê PDK ji hilbijartinan venekişe, lê ew çavdêriya biryarên Dadgeha Federal dikin.

Malikî di dewamê de got; “Nakokiyên li ser sererast nekirina yasaya neftê dewam dikin, lê beşek ji pirsgirêkên Herêm û Bexdayê wê di demek nêzîk de çareser bibin.”

Hêjayî gotinê ye PDK’ê di 18’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê tevlî hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê nebin

PDK: Em tevlî hilbijartina Parlementoya Herêmê nabin

NAVENDA NÛÇEYAN Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî helwesta partiya xwe ya li ser hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û bejdarî hilbijartinek nakin ku bi neyasayî û ne desturî hatibe ferzkirin.” Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê … Continue readingPDK: Em tevlî hilbijartina Parlementoya Herêmê nabin

Rojnews.News - Kurmancî