AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

22 adar 2024

20:12:45
1446180

Jinek 21 salin çîroka êş û azarên Helebce radigihîne cîhanê

HERÊM QADIR Jinek ev 21 salin li Monomenta Şehîdên Helebce çîrokên bi êş yên bajêr vedibêje û diyar kir ku hinek ji yên ku serdana monomentê dikin ji ber awayê vegotina çîrokan di nav hêstiran de dimînin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Kîşwer Mehlûd jineke ku ev 21 salin li Monomenta Şehîdên Helebce xizmetê dike û li gel vegotina dîroka birûmet ya bajêr, behsa kîmyabaran, komkujiya dike ku li dijî dîrokek ji wêje, welatî û jîngeha Helebceyê hat kirin û mêvanan dixe nava atmosfera çalakiyê.

Kîşwer Mewlûd xebatkarê Monomenta Şehîdên Helebce ye ku ji dema avakirina wê ve li wê derê xizmetê dike. Hezkirina wê ya ji bo bajarê xwe û daxwaza wî ya ragihandina komkujiya Helebceyê ji cîhanê re hêz daye wê. Heta penceşêrê jî nehişt ku ew dest ji vî karê xwe berde û xizmeta xwe berdewam kir.

Di derbarê karê xwe û destpêkirina karê xwe Kîşwer Mewlûd wiha got; “Di sala 2003an de min wek karmend li Monomenta Şehîdên Helebce dest bi kar kir. Erka min ewe ku pêşwaziya mêvanên ji navxwe û derveyî Kurdistanê yên ku serdana Monomenta Şehîdên Helebce dikin, dikim. Ez ji wan re wergêra zimanê Erebî dikim ku Helebce bajêrê helbestvan, nivîskar û rewşenbîran bû, lê piştre ji aliyê rejîma Seddam ve bi çekên kîmyawî hat bombebarankirin.”

Kîşwer dibêje “Di destpêkê de, mêvan kêfxweşin ku têne serdana monomentê. Lê gava ez ji wan re behsa êşên mezin yên bajêr dikim, ew bi çavên tejî rondik û girî derdikevin.”

Di dewamê de Kîşwer behsa wê yekê dike ku ew sala 2016’an bi nexweşiya penceşêra memikan ketiye, wê ji bo tedawiya nexweşiya xwe kemoterapî dît û karê xwe berdewam kiriye û got; “Çendîn caran ji min re gotin destûrê ji bo dewama xwe bixwaze ji ber nexweşiya xwe. Lê min ev yek red kir, ez ji karê xwe hez dikim, ji ber ku ez bi cîhanê didim naskirin.”

Monomenta Şehîdên Helebce li sala 2003’yê hatiye çêkirin ku têde hemû wêne, belge û belgeyên têkildarî kîmyabarana Helebceyê hene. Mêvanên biyanî û herêmî rojane serdana wê dikin. Dîmenên wê yên bi êş, giran û bandorên wê bi çavên xwe dibînin.