Yemeniyan di vê meşa milyonî ya ku di bin dirûşma "Operasyona me berdewam e... destdirêjiya we rawestînin" bi qîrîna dirûşmên li dijî Amerîkayê piştgirîya xwe ji gelê Filistînê re ragihandin.
Li dawiya vê meşê daxûyaniyek hat weşandin û tê de gelê Yemenê ji hêzên çekdar ên vî welatî xwest ku heta rawestandina şerê li dijî Xezayê û şikandina dorpêça gelê Filistînê, li operasyonên xwe yên dijî Rejîma Siyonîst berdewam bin.
Yemeniyan digel pesindana helwêsta miletê Filistînê û hevxemiya xwe digel vê yekê, li ser berdewamiya meşên xwe yên ji bo piştgiriya vî miletî tekez kirin.
Her wiha di vê daxuyaniyê de careke din ji her kesî tê xwestin ku li ser esasê bawerî û exlaqê hemû kelûpelên Amerîkî û Îsraîlî û kompaniyên piştevanê wan boykot bikin.
Di daxuyaniya navborî de, daxwaz ji hemû sazî û sendîkayên pizîşkî û pizîşkî jî hatiye kirin, ku bi lezgînî rê li ber wêrankirina berfireh û hovane ya navendên pizîşkî û kuştina pizîşk û nexweşan bigirin.
Ji destpêka êrişa siyonîstan ser Xezayê, xelkê Yemenê her hefte xwenîşandanên xwe ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê li dar dixin. Piştevaniya Yemenê tenê bi vê meselê namîne, belku hêzên çekdar ên vî welatî çend caran êrişî çeperên Israîlê û gemiyên Emerîka û Brîtanî kirine.