AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : AJANSA XEBERE TESNIM
duşem

25 adar 2024

6:54:40
1446641

Kombûna protestoyî ya Tehranê li dijî cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezayê

Li dû dewama cinayetên hovane yên Rejîma dagîrker a Siyonîst, kombûna civaka Hizbullah a Têhranê ji bo şermezarkirina van cinayetan hevdem digel hin cihan li meydana Filistînê ya paytextê hat lidarxistin(pek anîn).

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Civaka Hizbullahê û hertim li meydana bajarê Têhranê, bi taybetî xortên mizgevtên Armanî yên Têhranê, li meydana Filistînê kom bûn û li bara nûkirina soza xwe ji doza Filistînê re, cinayetên vê dawiyê şermezar kirin. Rêjîma siyonîst zarokkuj di êrîş û destavêtina nexweşxaneya Şefayê de.

Ev kombûn êvariya borî saet 22:00 dest pê kir û bi amadebûna axaftvanan heta derengiya şevê berdewam kir û dengbêjên( pesindana)navdar ên welat berdewam bû.

Her wiha di dawiya merasimê de komcivînan bi dirêjahiya 50 metreyan daxwaz ji gelên cîhanê kirin ku kelûpelên siyonîst boykot bikin û damarên aborî yên vê rejîma cinayetkar bigrin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de, Rejîma îşxalker a Siyonîst li dewama dorpêçkirina nexweşxaneya Şefa ya Xezayê, bi êriş û binpêkirina nepeniya penaber û nexweşên vê navenda pizîşkî, rûpelên nû ji cewhera xwe ya heywanî nîşan daye.