AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

25 adar 2024

8:40:29
1446664

Sedema serdana rayedarên Tirk ya ji bo Iraqê diyar bû: Wê şerek mezin biqewime!

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA -Cemîl Bayik jî got; “Wê şerek mezin biqewime.”

Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane ji bo tinekirina Gelê Kurd serî li hemû rê û rêbazan dide, heya niha jî negihiştiye encamekê.

 Ji Rojhilata Navîn bigire heya Ewrupayê, jiwir heya Emerîkayê derî nema lê nedayî. NATO, PDK û gelek hêzên din bi teknîka xwe da pişta xwe û êriş kir, çi cara êriş û operasyonek nû pêkanî, derbek din ya giran ji gerîlayên  xwar.

Bi destpêkirina sala nû re, derbên hîn mezintir ji gerîlayên  xwar, dewleta Tirk ku dixwest li Zapê di nava çend rojan de encamek bigire, êdî nikare derbikeve jî. Ji bo ku bigihe encamê bi çekên NATO, piştgiriya PDK’ê û gelek hêzên din êrişî tevgera azadiya Kurdistanê kir. Lê hemû hewldanên wan jî têr nekir.

Ji ber vê jî dewleta Tirk serî li rê û rêbazên nû da, dewleta Tirk bi sala nû re li Bexda û Hewlêrê dest bi trafîkek bê navber kir. Rayedarên dewleta Tirk ên herî payebilind, bê navber serdana Bexda û Hewlêrê kirin.

Dewleta Tirk ji ber ku bi piştgiriya NATO û PDK’ê nekarî bigihi encamê, dixwaze Iraqê jî raste rast bixe nava şerê dijî tevgera azadiya Kurdistanê. Ji bo vê jî çi li ser bazirganiyê be, çi jî av be zextên mezin li ser Iraqê pêktîne. Li rexa vê jî ji ber ku YNK piştgiriya dagirkirina xaka Başûr nake, rojane gef li YNK’ê dixwe.

Her kesê bi trafîka nû re, egera operasyonek nû li Başûrê Kurdistanê nirxand, bê guman egera operasyonek cûda tê dîtin û ji bo vê jî dewleta Tirk hemû rêyan bikartîne.

 ‘Wê şerek mezin biqewime’

Cemîl Bayik:, balkêşa ser serdana rayedarên dewleta Tirk ya ji bo Iraqê û got; “NATO alîkariya Tirkiyeyê kir, lê têr nekir, mala Barzanî alîkara da têr nekir, ji bo vê jî niha bi Iraqê re hinek planan dimeşînin û li ser hinek xalan tifaqê dikin. Dewleta Tirk ji bo vê jî zextê li Iraqê dike, zextên ku dewleta Tirk û mala Barzanî li Iraqê dike, hinek encam dide hinek jî nade. Ev jî dide diyarkirin ku wê dema pêş de, şerek mezin bê jiyankirin.”