AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

26 adar 2024

19:26:46
1446996

Majine Majine raporta vîdyoyê; Kevneşopiya zarokên Iraqî di meha pîroz a Remezanê de

Di meha pîroz a Remezanê de li gorî kevneşopiyeke kevn zarokên Iraqî Li taxên kevin ên bajêr, piştî fitarê, bi xwendina helbestên kurt û taybet, ku beyta wan a sereke "Majineh", "Majineh" e. Li deriyên malan dixin û xwediyê malê şîrîn an jî çîkolata dide wan.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Meha pîroz a Remezanê li Iraqê ne tenê ji bo mezinan xweş e, belkî pişka zarok û xortan jî ji destpeka vê meha pîroz heye û urf û adetên taybet bi cih tînin. ji bo xwe di vê mehê de, ya herî navdar strana Folklorê "Majineh" e. ماجینه""

Hejmarek zarok û ciwan li Bexda, Besra û hin bajarên Iraqê, bi komên ji çar, pênc û herî zêde 10 kesan, bi piranî bi serokatiya mezintirîn kes, piştî fitarê li kolanan dimeşin û li ber xaniyan kom dibin û strana "Majineh" ji xelkê malê şîrîn an çîkolata dixwaze.

"Em li vir in, em li vir in, çenteyan vekin û bidin me, hûn bidin, nedin em ê we bibin mala Xwedê."

Ev strana “Majineh”" ماجینه e, piştî wê jî serokê komê ji ehlê malê re dibêje: “Ey ehlê malê, hûn ên li ser banî ne, hûnê tiştekî bidin me yan jî em herin”.

Malbat bi gelemperî li benda zarokan e ku dua bikin û zarok dua dikin:

 “Xwedê xwediyê malê bi mafê Xwedê û Îsmaîl biparêze”

Paşê endamên malbatê hinek pere, şêranî yan jî xwarinê didin zarokan û wan bi heskirin pêşwazî dikin. Hin kes jî ji bo ku wan aciz bikin ji ser banî avê bi ser zarokan de dirijînin.

Di vê kêliyê de zarok bi hêrs xîtabî xelkê malê dikin û dibêjin: “Avê bi ser me de birijînin, hûn ên feqîr û ne tiştekî we ne” û ji wê malê direvin.

Dawiya peyamê