Tîma netewî ya futbola Îranê, di hefteya çarem a qonaxa duyem a pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya 2026`an de, li yarîgeha Îşqabatê bû mêvanê Tirkmenistanê û pêşbirk bi encama 1-0`ê bi serketina Îranê bi dawî hat.
Tîma neteweyî ya Îranê bi vê serketinê 10 pûanên koma xwe bi dest xist û li gel Uzbekistanê dema ku derbasî qonaxa dawîn a Kûpaya Cîhanê bû, derbasî pêşbirkên Kûpaya Neteweyên Asyayê ya sala 2027`an jî bû.