Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-
Serokê Tevgera Civaka Gel a Iraqê Felih El Feyaz mazûvaniya Muhemed Kazim El Sadiq Balyozê Îranê li Bexdayê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Iraqê, di vê hevdîtinê de her du alî li ser rewşa ewlehiyê ya navçeyê û giringiya hevahengiya karên hevbeş ji bo rûbirûbûna kêşeyan gotûbêj kirin.
El-Feyaz û Sadiq li ser mijara xurtkirina hevkariyê ji bo aramkirina ewlehiyê û parastina aramiyê şêwirîn.
Balyozê Îranê li Bexdayê di vê hevdîtinê de tevî pesna rola Heşda Şeibî li şerê dijî terorîstan û dabînkirina ewlehiya sînoran, bal kişand ser hewla welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên her du welatan di warên curbicur de.
..............
Dawiya peyamê/