Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (s.x) - ABNA - Artêşa Siyonîst bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên vê rejîmê ji bo amadekariya leşkerî di şerê bi Hizbullaha Lubnanê re tetbîqatên leşkerî pêk anîne.
Di vê daxûyaniyê de, artêşa Îsraîlî ragihand ku hêzên vê rejîmê roja Pêncşemiyê tetbîqatek nişkavî pêk anîne, ku armanca wê ew bû ku hêzên leşkerî ji bo şerekî mezin ê muhtemel li bakur amade bikin.
Li gorî vê daxuyaniyê, hêzên hewayî yên Îsraîlê tevî yekîneyên îstixbaratê beşdarî vê tetbîqatê bûne.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku artêşa Îsraîlî hewl dide amadekariyên xwe ji bo her cure senaryoyên şer ên muhtemel bi Lubnanê re xurt bike.
.....................
Dawiya peyamê/