Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA– Xelkê San’a paytexta Yemenê ji bo piştevaniya xelkê Xezeyê bi dirûşma “Em ketin sala 10an û Filistîn” meşek milyonî li dar xistin. pirsgirêka me ya yekem e."
Hevdem digel Senayê, li 14 parêzgehên Yemenê jî xwenîşandanên berfireh hatine lidarxistin û li hin bajaran ji wan Sedayê, ev kombûn danê sibê hat lidarxistin.
Di meşê de alayên Yemen û Filistînê û pankartên şermezarkirina qetlîama sîyonîst-amerîkî li Xezeyê di bin siya bêdengiya erebî, îslamî û navneteweyî de hatin hilgirtin.
Di meşê de jî dirûşmeyên ji bo piştgiriya Xezeyê hatin qîrîn.
Meşvanan ji operesyonên hêzên çekdar ên Yemenê bo piştevaniya ji Filistînê li dijî sêgoşeya nebaş a Amerîka, Brîtanya û Rejîma Siyonîst piştgirî kirin û helwêsta welatên erebî li hember Filistînê piştî zêdetir ji 6 mehan ji komkujiyê bi tundî şermezar kirin.
Yemeniyan li vê meşê daxûyaniyek belav kirin û li ser aramî û berdewamiya piştevaniya xwe ji miletê Filistînê tekez kirin.
Di vê daxuyaniyê de tê gotin ku meşa milyonan wê bidome û em vê tevgereke cîhadî û berpirsyar dibînin.
Beşdarên vê meşê bal kişandin ser vê yekê ku bêdengî û bêberpirsiyarî li hember tiştên ku li Xezeyê diqewimin, mîna beşdariya li cinayetên Rejîma Siyonîst e.
Di beşeke din ya vê daxûyaniyê de hatiye: Li gor rîwayetên îlahî û rîwayetên dîrokî, cinayetên hovane yên dijminên siyonîst dê bibe sedema jinavbirina vê rejîmê.
Di vê daxûyaniyê de hatiye ku em tekez dikin ku her kiryareke wêrek ya Amerîka û Brîtanyayê bo êrişa ser bejahiyê li ser gelê Yemenê dê bi lehiya bi sed hezaran qehremanan re bê bersivandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku em ji Amerîka û Îngilîstanê re dibêjin ku êdî dema anîna gelan û bi qirkirin û tirsandinê hatiye kolekirin.
Di vê daxûyaniyê de hat gotin ku em ji netewên ereb û îslamî daxwaz dikin ku ji bo alîkariya miletê Filistînê û piştgiriya birayên me yên li Xezeyê bikin.
Meşvanên yemenî li daxûyaniya xwe tevî pesindana operasiyonên berxwedanê yên li Xezeyê û Şerîeya Rojava ya li dijî siyonîstan, ji welatên ereb û îslamî xwestin ku alîkariya miletê Filistînê bikin û herwiha baykotkirina kelûpelên amerîkî û îsraîlî û kompaniyên piştevanê wan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku gelê Yemenê di hefteyên derbasbûyî de meşên berfireh ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê li Xezeyê li dar xistin.
......................
Dawiya peyamê/