Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê ragihand ku baregeha "El-Malikîye" ya Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî kire armanc.
Di daxuyaniya Hizbullaha Lubnanê de hatiye: Şervanên me di saetên sibê de cihê kombûna leşkerên siyonîst û kelûpelên zirxî yên rejîma Îsraîlê li baregeha “El-Malkîye” û derdora wê bi mûşekan armanc girtin.
Hizbullaha Lubnanê ragihand ku ev êrîş bi awayekî teqez û rasterast hatiye kirin û di nava leşkerên Rejîma Siyonîst de ziyanên canî hene.
Her wiha Hizbullahê îro danê sibê ragihand: Me avahiya ku leşkerên siyonîst li bajarê “Ovivim”ê li bakurê Filistîna dagirbûyî tê de cih girtine kir hedefa êrişa mûşekî ya rasterast.
Di daxuyaniyeke din de, berxwedana Lubnanê ragihand: Mucahidînên me bi mûşekên Barkan bargeha “Ramîm” kirine armanc û mûşekan rasterast li wê ketine.
................................
Dawiya peyamê/