AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Rojnews
şemî

30 adar 2024

20:26:25
1447871

‘Divê zanîngeh bibin navendên hişyarkirina jinan’

Dr. Lask Erselan destpêka axaftina xwe de got ku li şûna civak ber bi pêş biçe, berovajiyê vê di gelek aliyan de ber bi paş diçe û wiha pêde çû; “Raste nabe em li pişt hemû bûyerên tundûtujî û kuştinên jinan, weke berpirsê sereke hikumetê bibînin, lê ji ber ku tedbîrên baş nayên girtin, hemû hewldan û lijneyên ji bo lêkolînkirina bûyeran tên avakirin jî, bê encam dimînin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Mamostaya zanîngehê Dr. Lask Erselan diyarkir ku pirsgirêk û tundiya li ser jinan weke diyardeyek lê hatiye, li hemberî vê jî divê zanîngeh û navendên xwendinê bibin navendên ji bo hişyarkirin tak ya li hemberî mafê jinan.

Mamostaya zanîngehê Dr. Lask Erselan derbarê rol û pêşengtiya jinan ya di civakê de, tunûtujiya hemberî jinan ji ajansa me re axivî.

Dr. Lask Erselan destpêka axaftina xwe de got ku li şûna civak ber bi pêş biçe, berovajiyê vê di gelek aliyan de ber bi paş diçe û wiha pêde çû; “Raste nabe em li pişt hemû bûyerên tundûtujî û kuştinên jinan, weke berpirsê sereke hikumetê bibînin, lê ji ber ku tedbîrên baş nayên girtin, hemû hewldan û lijneyên ji bo lêkolînkirina bûyeran tên avakirin jî, bê encam dimînin. Sedema kûrbûna aqilê zilamsalarî ya di civakê de jî, bandora çand û hunera derdor ya li ser Kurdane. Di demên destpêkê de Kurd civakek vekirî bûn, piştgiriyê didan jinan, gelek jinên pêşeng hebûn û heya niha jî behsa wan tên kirin. Lê niha ji ber kûrbûna aqilê zilamsalarî, jin tên paşguhxistin, yan jî dema di karên xwe de serkeftîne, rastî tiştên cûda tên. Ev jî dibin sedem ku ew jin rawestin û nekaribin hîn zêdetir ber bi pêş pêngavan bavêjin.”

Erselan di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku rojane bûyerên kuştinên jinan tên bihîstin, divê tundûtujiya li beramberî jinan tên kirin, bi rêya eşîrî neyê çareserkirin û ev yek bi dawî bibe.

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Lask Erselan ji bo dawî anîna tundutujiyê jî ev pêşniyar kir; “Pêwîste zanîngeh weke navendên akademiyê ji bo hişyariya jinan werin karanîn. Divê li zanîngehan mafê jinan bê fêrkirin, divê jin di wan zanîngehan de bigihin wê astê ka wê çawa xwe ji tundiyê biparêzin û mafên xwe bidest bixin.”

Şîrov liser gotera Dr.Erselan.

Îslam  jin binave reyhanê nav birîya olê Îslam maqamek gir daya jine mazintirin mesûliyet ji jinera ra mamosta terbiyeta zarokan li  nav male û komalida nisbet bi zanitiya jinan Îslam hiç muxalifetî nakê jin ya sere Çîya nîna ku Çekê bidin destî biça şerî min hevî heya rojak were keçên me kurdan bigihin cihek wa linav  Elameda(cîhanedê) cihe zanistî ji wara be vekirin.