Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Îro 12 Ferwerdînê, 31ê Adarê, bîranîna lidarxistina yek ji mezintirîn û girîngtirîn referandumên dîroka mirovatiyê ye, ku têde gelê şoreşger yê Îranê sedî 99, dengê erê dan damezrandina Komara Îslamî ya Îranê.
Roja 12ê Ferwerdînê roja Komara Îslamî yek ji rojên herî mayînde û bibîranîna rojên inqilaba islamî ye û ne tenê ji bo gelên Îranê belkî ji bo gelên azadîxwaz e.
Hezretê Îmam Xumeynî damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê (ra) 12 Ferwerdîn wiha wesif kir û got ku ev roj roja yekem yahikûmeta îslamî û roja Xwedê ye û roja ku gelê Îranê ayetên îlahî cih anîn û îslam zindî kirin.
Ji ber vê yekêYewmullaha 12 Ferwerdînê roja nîşandayîna viyana gel a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi rêbertiya Îmam Xumeynî (re) û nepejirandina her hukmekî biyanî li ser Îranê.
Di rastiyê de, referanduma 12ê Ferwerdînê û roja Komara Îslamî ya Îranê, encama tekoşîna bi salan a gelê dîndar û bawermend ê Îranê bû ku daxwaza serxwebûna siyasî û azadbûna ji her zincîreyên kolonyalîst û mêtingeriyê dikirin û îro jî gelê Îranê 12ê Ferwerdînê bi rêz û hurmetê diparêze ku bi dirêjahiya salan, hikûmet û ji bo bidestveanîna hemû armancên inqilabê gelê Îranê bi yekdengîyeke bê mînak ber bi pêşketinê ve diçe, ku ev mijar bûye sedema hêrsbûna dijminên inqilabê.