Tora El-Meyadîn a Lubnanê ragihand ku Ceneral Zahidî Fer fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdaran li Sûriye û Lubnanê di êrîşa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser Şamê de şehîd bû.
Peywendiyên giştî yên Pasdaran heta niha bi fermî ev nûçe piştrast nekiriye.
Beriya niha Serdar Zahidî Fer erkên weke fermandarê hêza bejayî ya Pasdaran, cîgirê fermandarê operasyonên pasdaran, fermandarê hêza asmanî ya pasdaran û fermandarê binkeya Tharullah hebû.
Hêjayî bîrxistinê ye ku çend demijmêran berî niha jî di êrîşa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser avahiya konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê û baregeha balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Şamê, 6 kes şehîd bûn.
................................
Dawiya peyamê/
nêrîna te