AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

1 avrêl 2024

16:10:09
1448253

Zêdebûna hejmara kuştiyên artêşa siyonîst li Xezeyê

Sibeha îro Duşemê, artêşa Îsraîlê hejmara kuştiyên xwe di êrişa leşkerî ya li dijî zîvala Xezeyê de ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehle Beytê (s.x) - “ABNA” – Artêşa Rejîma Îsraîlê îro danê sibê hejmara kuştiyên xwe yên di êrîşa leşkerî ya li ser zîvala Xezeyê de zêde kiriye.

  Artêşa Siyonîst ragihand ku leşkerekî din ji tabûra 77an di şer û pevçûnên bi berxwedêrên Filistînê yên li başûrê Xezeyê hat kuştin.

Çavkaniyên siyonîstî îtiraf kirin ku ji 7ê Cotmeha borî (15ê Çiriya Pêşiyê) û hevdem digel destpêkirina operasyona bahozê ya Eqsayê heta niha 600 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Li gorî van çavkaniyan, 264 ji wan piştî êrîşa bejayî ya li ser Xezeyê mirine.

Medyayên siyonîst heya niha bi sansûra tund a artêşa Îsraîlê di ragihandina amara kuştiyên xwe de îtiraf kirine; Ev kiryar bi sedema hejmara zêde ya kuştiyên leşkerên siyonîst li şerê dijî zîvala Gezeyê û tirsa bertekên zêdetir ên navxweyî li navçên dagirbûyî pêk hat.

Medyayên siyonîst pêştir eşkere kiribûn ku hejmara birîndarên ku ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve hatine ragihandin bi amarên nexweşxaneyên vê rejîmê gelek cuda ye.

Kanala 12 a Rêjîma Siyonîst pêştir ragihandibû ku artêşa vê rejîmê ji rayedarên nexweşxaneyê xwestiye ku bêyî hevahengiya bi artêşê re amareke qurbaniyan belav nekin.

................................

Dawiya peyamê/