AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

2 avrêl 2024

8:31:02
1448397

Şêwirmendê Papa li Vatîkanê: Îmam Elî (s.x) Îmamê mirovahî û edaletê ye

Şêwirmendê Papa li Vatîkanê got: Îmam Elî, silava Xwedê lê be, Îmamê mirovatî û dadperweriyê ye û serdana mezargeha wî ji bo min şerefeke mezin e.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) - ABNA -Sonmar Xanim Talkîf şêwirmend û balyozê Papa li welatên erebî û şematan dema ku li Necef Eşref çû ser mezara Emîre Mumînîn (Îmam Elî, silavên xweda li ser wî bin), Îmamê mirovatî û dadperweriyê ye û hecê mezargeha wî ji bo min rûmeteke mezin e.

Her wiha spasiya pêşwaziya germ a rayedaran li mezargeha pîroz a Elewiyan kir û ji bo mêvanperweriya wan ya bi xêr spasî kir.

Şêwirmendê Papa li welatên Ereb û Şam, wiha domand; Diyalog û têgihîştina di navbera ol û çandan de pir girîng e û çûna zîyareta a Hezretî Elî(s.x), peyama aştî û nêzîkbûna netewe û olan e.

 

.....................

Dawiya peyamê/ 218

 

nêrîna te