AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

2 avrêl 2024

8:52:17
1448401

Balyozê Îranê li Sûriyê: Em ê bersivê bidin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku piştî êrişa Rejîma Siyonîst bo ser avahiya konsulxaneya Îranê li Şamê, dema ku em bixwazin emê bersivê bidin.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) - ABNA- Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê piştî êrişa Rejîma Siyonîst bo ser avahiya konsulxaneya Îranê li Şamê, bal kişand ser vê yekê ku dema ku em bixwazin emê bersivê bidin.

Balyozê Îranê li Şamê Husên Ekberî li ser tora Xê ya civakî (Twittera berê) nivîsî: Bi hovîtiyeke tund, berevajî hemû peymanên navneteweyî , mala min û beşa konsulxaneya balyozxaneyê li gel berpirsên leşkerî yên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê kirin armanc.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Dema ku em bixwazin emê bersivê bidin.

Medyaya dewleta Sûriyê êvariya duşemiyê li bara êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ji herêma Golanê ya dagirbûyî ser konsulxaneya Îranê li derdora balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Şamê ragihand.

Di vê derbarê de, peyvendiyên giştî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, şehîdbûna general Mihemed Riza Zahedî û Muhemed Hadî Hac Rehîmî û pênc hevrêyên wan di cinayeta terorîstî ya Rejîma Siyonîstî li êrişa mûşekî ya ser konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê ragihand. Komara Îslamî ya Îranê li Şamê.

................................

Dawiya peyamê/

 

nêrîna te