Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) - ABNA- Berxwedana Lubnanê kombûna eskerên Rejîma dagirker a Siyonîst li baregeha “El-Malkiye”yê kire armanc.
Berxwedana Lubnanê ragihand ku kombûna leşkerên rejîma dagîrker li baregeha “El-Malikiye” ya li sînorê Lubnanê û navçên Filistînê yên dagîrbûyî bi mûşekek armanc kir, ku di encamê de kuştî û birîndar di nav van leşkeran de çêbûn.
Berî niha medyaya bi zimanê Îbranî ragihandibû ku zengilên alarmê li navçên siyonîst li nêzîkî sînorê Lubnanê lê ketine.
Zîvala sînorî ya Lubnanê û bakurê erdên dagirbûyî yên Filistînê di van rojên dawî de tûşî zêdebûna rageşiyê bûye û hevdem rayedarên siyonîst gefa êrişên berfireh li ser Lubnanê xwar.
Hizbullaha Lubnanê tekezî li ser wê yekê dike ku heta bidawîhatina şerê Xezeyê dest ji êrîşên xwe yên li dijî Rejîma Siyonîst bernade.
................................
Dawiya peyamê/
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê