AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

3 avrêl 2024

8:12:37
1448648

Serokwezîrê Iraqê bi hêzên Heşdî Şeibî re îftar kir

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê tekez kir ku Heşda Şeibî di warê pabendbûna bi dîsîplîn û rêzgirtina yasayan de, bi berdêla qurbanîdana ku daye, du caran berpirsyar e.


Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) – ABNA-Mihemed Şîa El-Sudanî serokwezîrê Iraqê li merasima fitarê ya lîwaya 8`an a Heşda Şeibî bal kişande ser wê yekê ku hebûna wî li vê kombûnê nîşana şanaziya wan bi rêxistina Heşda Şeibî ji ber qurbaniyên wan ên mezin.

Li gor daxuyaniya fermî ya ofîsa serokwezîrê Iraqê, wî amaje bi wê yekê jî kir ku, ev qurbanîdan pêwîst dike ku her kes di asteke bilind de berpirsyarî û hişyar be û ji bo parastina vê dezgeha ewlehiyê ku encama fetwaya deshilatê ye, karekî giran bike. .

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bal kişand ser wê yekê ku Heşda Şeibî di nav dezgehên ewlehiyê yên welêt de dezgeheke girîng e û pêwîst e ev rêxistin di amadebaşiya teknîkî, şer û fîzîkî de berdewam bin û got: Hikûmet bi biryar e yasaya teqawidbûna hêzên Heşdî Şeibî pesend bike.

Got jî: girêdayîbûna Heşda Şeibî bi Îraq û neteweya Îraqî hertim bê îstîsna bûye û dê her wisa jî bimîne û hemû pêkhateyên civaka Îraqî di xwe de dihewîne û di rewşekê de pêk hat ku welat pêdivî bi serhildaneke bi rûmet heye.

Sûdanî di berdewamiya axaftina xwe de got: Heşda Şeibî bi qasê qurbanîdana xwe berpirsyariyeke ducarî heye û divê wêneyekî layiqî rêzgirtin ji yasa û pabendbûna bi disîplîn û berpirsyariyê nîşan bide û rê li ber wan kesên ku li dijî wê kemîn danîne bigire.

.....................

Dawiya peyamê/