AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
çarşem

3 avrêl 2024

8:46:25
1448656

‘Erdoxan dixwaze bi tehdîd û ragihandina şer windakirina di hilbijartinan de veşêre’

WISAM ZEHRÛNÎ-BEXDA

Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) – ABNA- Serkirdeyek yê Çarçoveya Hemahengî û şîrovekarekê siyasî yê Iraqê li ser gefên Erdogan yên herî dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, weke bertekek nîşanî têkçûna wî ya di hilbijartinên şaredariyan bidin, ji ajansa me re axivîn.

Serkirdeyek yê Çarçoveya Hemahengî û şîrovekarekê siyasî yê Iraqê li ser gefên Erdogan yên herî dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, weke bertekek nîşanî têkçûna wî ya di hilbijartinên şaredariyan bidin, ajansa me re axivîn û gotin; “Erdogan bi ragihandina şer, zimanê geflêkirinê dixwaze windakirina xwe ya di hilbijartinên herêmî de ji gelê xwe û raya giştî veşêre.”

Partiya Erdogan AKP di hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de rastî şikesteke mezin û dîrokî hat. Di vê hilbijartinê de piraniya şaredariyên bajarên mezin ji dest da. Ji vana li Tirkiyeyê hinek şaredariyên bajarê mezin yên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, her wiha li Bakurê Kurdistanê jî şaredariyên bajarên mezin Riha, şaredariyên bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê ku gelê Kurd bi îradeya xwe bidest xistibûn (Amed, Wan, Mêrdîn) jî qeyûm tayin kiribûn, di vê hilbijartinê de bi windakirineke dîrokî ji dest dan.

Çavdêrên siyasî yên Iraqî li ser gefên Erdogan yên herî dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, weke bertekek nîşanî têkçûna wî ya di hilbijartinên şaredariyan ji ajansa me re axivîn.


Ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê Aid Hîlalî diyar kir ku gefên Erdoxan yên li dijî Iraqê, weke ragihandina şere, dixwaze windakirina mezin ya hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê veşêre.

Aid Hîlalî got; “Iraq bikaranîna zimanê tehdît û tirsandinê red dike. Iraq xwedî serweriya xwe ye û her êrişeke derve tê ser wê red dike. Ew dikare bersivê bide her destwerdanê. Lê naxwaze alozî li herêmê çêbibe û ji bo çareserkirina hemû nakokiyan bi rêyên dîplomatîk dixebite. Ev ne qelsiyeke, lê ji ber ku hîkmeteke mezin tê de heye. Her êrişeke leşkerî ya Tirkiyê li nava Iraqê dê aloziyê li herêmê û Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Iraq ji bo rawestandina vê dagirkeriyê gavên pratîk di avêje. Ji ber ku tu hincet ji bo destpêkirina şer li ser Iraqê nîne.”

Di dewamê de Aid Hîlalî diyar kir ku ev têkçûna mezin ji bo Erdogan û partiya wî dîrokî tê dîtin, ji ber ku 22 salin piraniya bajarên mezin kontrol kiribû. Yekem car piştî Partiya Gel ya Komarî CHP’ê ya Ozgur Ozel ket rêza duyemîn.

Piştî ragihandina encaman Erdogan di axaftina xwe ya destpêkê de têkçûna xwe qebûl kir û got ku êrişên wan li dijî partiyên Kurdsan dê berdewam bin.

Şirovekarê siyasî Ehmed Şerîfî derbarê têkçûna Erdogan û partiya wî di hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herwiha bikaranîna zimanê tehdîdê ji aliyê Erdogan ve ji ajansa me re axivî û got “Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan bi van gefan dixwaze têkçûna xwe ya di hilbijartinên herêmî de veşêre. Dixwaze di vê mijarê de raya giştî ya Tirkiyê ji hev dûr bixe. Ji ber ku ev şikestin dê bandorê li hilbijartinên pêşerojê yên serokomariyê jî bike.”

Ehmed Şerîfî got; “Iraq bi awayekî fermî bersiva van gefan nade. Êdî guh nade wan. Iraq bi daxuyaniyên medyayê re mijûl nabe. Di şûna wê de, bi awayekî fermî tevdigere, her pêngavek pratîk ji bo pêkanîna van gefan dê bibe sedem ku Iraq bi rêya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê van êrişan rawestîne.”

Şîrovekarê siyasî Şerîfî eşkere kir ku Erdogan her tim ji bo qeyranên xwe yên navxweyî bibe derveyî welat dixebite, got; “Em di wê baweriyê de ne ku qadên girseya Tirkiyeyê jî baş dizane ku hêz û cemawer dizane ku Erdogan bi zimanê gefan nikare vegere salên berê. Ji ber ku li gorî hemû raporên navneteweyî, piştgiriya gel ji Erdogan û partiya wî re gelekî kêm bûye.”

Tirkiye bi alîkariya PDK’ê, bombebarankirina xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê didomîne, gund û welatiyên sivîl dike hedef. Lê heta niha ev mijar li ser maseya danûstandinên di navbera Bexda û Enqereyê de nehatiye gotûbêjkirin û tu sînor ji êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê nehatiye danîn.

(wd)