AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

3 avrêl 2024

14:40:18
1448717

Serokê Meclisa Yekîtiya Misilmanên Belûçistanê:Gelê Filistînê yê birçî û tî mîna dîwarekî serberî li ber Îsraîlê radiweste

Serokê Meclisa Yekitiya Misilmanên Belûçistanê got: Niha li Filistînê bi taybetî li Xezeyê Xela û birçîbûn heye. Xelkê birçî û tî yê Filistînê wek dîwarekî serberî li ber siyonîstê zalim û Îsraîl ê dagîrker re rû bi rû ne û radiwestin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x) – ABNA-Hucet-ul- Îslam, Serokê Meclisa Yekgirtûya Misilmanên Belûçistanê, Seyîd Zefer Ebas Şemsî, ji gelê Belûçistanê xwest ku xwenîşandanek mezin bi armanca piştgirîkirina gelê Filistînê li dar bixin. di roja Qudsê de.

Wî got: Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve zilmê li gelê mezlûm ê Filistînê dike. Mal, dibistan, mizgeft û nexweşxaneyên wan tên bombekirin û heta niha bi hezaran Filistînî şehîd bûne.

Zefer Abas got: Niha li Filistînê bi taybetî li Xezeyê Xela, birçîbûn heye. Xelkê birçî û tî yê Filistînê wek dîwarekî serberî li ber siyonîstê zalim û Îsraîl ê mêtinkar radiwestin.

Serokê Meclisa Yekitiya Mislimanên Belûçistanê ji gel xwest ku ji bo Filistînê dengê xwe bilind bikin.

Wî bal kişand ser vê yekê: Îsal di îniya dawî ya meha pîroz a Remezanê de divê meşên mezin ji bo ragihandina hevgirtina bi filistîniyan re bên lidarxistin.

.....................

Dawiya peyamê/ 

nêrîna te

nav

Email