Li vê dema ku hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst li Qudsê ya dagirbûyî astengî danîne ser ketina nimêjkeran bo Mizgefta Eqsayê, bi hezaran filistînî ji bo dayîna nimêja îniyê ya dawîn a meha Remezanê ketin Mizgefta Eqsayê. Dagirkeran îro nehiştin bi hezaran nimêjkerên ku ji Şerîeya Rojava hatin derbasî bajarê Qudsê bibin.
Hêzên dagirker astengiyên li ser ketina nimêjkeran a Mizgefta Eqsayê, çalakî û nasnameya ciwanan di ketina qada kevin û deriyên mizgeftê de kontrol kirin û nehiştin ku hin ji wan bikevin hundir.
Her wiha li herêma Bab El-Esbat a Mizgefta El-Eqsayê êrîşî nimêjkeran kirin û 3 ciwan girtin û bi dehan extiyar ên ku dixwestin biçin Mescida Eqsayê bi hinceta ku destûrên pêwîst wernegirtine vegerandin.
..............
Dawiya peyamê
nêrîna te
nav